Li Şirnexê 7 PKKiyan canê xwe ji dest dan
Di encama operasyonên Arteşa Tirkiyeyê de li navçeyên Şirnexê 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama operasyonên Arteşa Tirkiyeyê de li navçeyên Şirnexê 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.
Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, li navçeya Qilebanê hêzên leşkerî yên Tirkiyê dijî PKKê operasyonên berfireh yên asmanî û bejahî birêve birine û bingehên PKKê hatine bombebaran kirin.
Di encamê de 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dane. Herwiha hejmarek çek û teqemenî jî hatine bidestxistin.
Duh jî Sererkaniya Tirkiyeyê ragihandibû ku, nava hefteyekî de di encama operasyonên li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Çêwlik, Sêrt, Mêrdîn, Bilîs, Qers û Batmanê de 27 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.