Barzanî ligel kesayetiyên Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke siyasetmedarên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke siyasetmedarên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê kir.
Peyamnêrê K24ê Araz Ehmed ragihand, îro 20 Kesayetên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyan bo amadekirina projeyekê bo jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqê.
Peyamnêrê K24ê got jî, wê şandê berî demekê ligel Serokomarê Iraqê û çend kesayetiyên din yên siyasî guftûgo kiribû, ku dixwazin îro peyama xwe bigihînin Serok Barzanî û nêrîna wî li ser siyaseta dahatûya Iraqê werbigirin.