Pentagon: Leşkerên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê hevahengiyê dikin
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, ku leşkerên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê li ser erdê hevahingiyê dikin û hêza herî çalak di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê YPGê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, ku leşkerên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê li ser erdê hevahingiyê dikin û hêza herî çalak di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê YPGê ye.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis, di konferanseke rojnemevanî de ragihand, ku mîkanîzma taybet bi çavdêriya tevgera hêzên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê tenê ji bo hêzên esmanî bû, lê niha ji bo hêzên bijayî jî ye. Leşkerên Rûsî û Amerîkî derbarê operasyonên wan yên bijayî de hevahengiyê dikin.
Herweha Jeff Davis got, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne bi ser PKKê ve û ew wek Washingtonê cudahiyê dixin di navbera YPG û PKKê de.
Jeff Davis jî, YPG bi hêza herî çalak di şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê binav kir.
YPGê ku hêza sereke ya HSDê ye, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bo operasyona Reqayê piştevaniyê dide HSD û YPGê.
Berdevkê Fermî yê HSDê şeva borî ji K24ê re ragihand ku, bi sedan ji hêzên Mareniz û bi sedan hêzên hevpeymaniyê û komek ji ketîbeya topavêj gihêştine navçeyên wan.