Mihemed Sanri: PKK li Şingalê çekdarê Îranê ye

Rojnamevan û nivîskar Mihemed Sanri dibêje, PKK li Şingalê çekdarê Îranê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevan û nivîskar Mihemed Sanri dibêje, PKK li Şingalê çekdarê Îranê ye.

Sanri beşdarî bernameya “Rojeva Bakur” a radyoya K24ê bû û da zanîn ku, Îran dixwaze bi riya Şingalê xwe bigihîne Sûriyê û wî welatî kontrol bike. Ji bo vê jî li Şengalê PKKyê bikar tîne. 

Sanri gotjî, armanceke dî ya Îranê jî heye, ew jî rêgirtina li pêş serxwebûna Kurdistanê ye. Îran dixwaze bi riya PKKê Kurdistanê aloz bike û pêvajoya serxwebûna Kurdistanê bişkîne.

Nivîskar Mihemed Sanri bal kişande ser wê yekê, ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî rê nede PKKê û nehêle wekîlên Îranê ku Kurdistanê têk bide. 

Herwiha Sanri tekezî li ser wê yekê kir, divê PKK beyî ku dem derbas bibe û şerek rû bide, rêz li hikûmet û yasayên Kurdistanê bigire û ji Şingalê derkeve.