40 Iraqî di teqînên Şamê de hatine kuştin

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku bêtir ji 40 welatiyên wê di herdu teqînên Şamê paytexta Sûriyê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku bêtir ji 40 welatiyên wê di herdu teqînên Şamê paytexta Sûriyê de hatine kuştin.

Ajansa “SANA” ya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kiri, ku du teqînan navçeya Bab El-Sexîr li başûrê Şamê rû dan, di wan herdu teqînan de 33 kes hatine kuştin.

Wezareta Derve ya Iraqê  di daxuyanyekê de ku li ser hejmara xwe ya “Twitter” belav kir û da zanîn ku, Wezarta Derve di riya Balyozxaneya Iraqê ya li Sûriyê dûvçûnê di wan herdu teqînan de dike, ku wê karê teroristî geştiyarên Iraqî yên serdana mezargehên pîroz li navçeya Bab El-Sexîr kirine armanc.

Li gor Wezareta  Derve, di wan herdu teqînan de û li gor amarên destpêkê derdora 40 welatiyên Iraqî hatine kuştin, herweha bêtir ji 120 kesên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye jî,  wê wezaretê digel hikûmeta Sûriyê şaneyeke krîzê pêk aniye, ji bo tomarkirina navên tevahiya kuştî û birîndaran, herweha karkirin ji bo veguhestna termên wan.