Barzanî û Ferîdûn Ebdilqadir çawayina karkirina bo serxwebûnê guftûgo kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel Kesayetiyê Kurd Ferîdûn Ebdilqadir pirsa serxwebûna Kurdistanê û rewşa siyasî ya navçê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel Kesayetiyê Kurd Ferîdûn Ebdilqadir pirsa serxwebûna Kurdistanê û rewşa siyasî ya navçê gotûbêj kirin.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Îro li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Ebdulqadir kir.”

Malperê ragihand jî, “Di vê hevdîtinê de di derbarê pirsên girîngên navçeyê û pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta navçeyî û nêwdewletî de danustandina bîr û ramanan kirin.”

Herwiha aşkere kir jî, “Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser çawayina karkirina li ser babeta serbixweyî ya Kurdistanê û eger û pêşhatên peywîst di derbarê vê babetê de hatin nirxandin.”