Bo yekem carê.. Documentary “Mistefa Barzanî, Afsaneyê Newteyekê” tê belavkirin

Beşek ji jiyan û têkoşîna serkirdê netewî yê Kurd General Mistefa Barzanî di çarçoveya berhemeke documentary ya K24ê de tê belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşek ji jiyan û têkoşîna serkirdê netewî yê Kurd General Mistefa Barzanî di çarçoveya berhemeke documentary ya K24ê de tê belav kirin.

Di salvegera jidayikbûna Mistefa Barzanî de, Kurdistan24 nûtirîn berhema xwe ya documentary derbarê jiyan, xebat û têkoşîna wî serkirdeyê dîrokî yê Kurd de belav dike, ku bîrmend û siyasetmedarên navçê û cîhanê li ser jiyan û helwesta wî de diaxivin.

Berhem ji aliyê beşa Documentary ya Kurdistan24ê ve hatiye amadekirin û tê de çendîn wîstgeh û qonaxên jiyan û helwestên Mistefa Barzanî tên behskirin.

Di wê berhema documentary de ku 55 xulek in, çendîn kesayetiyên binavûdeng li her çar perçeyên Kurdistanê û welatên mezin wek Amerîka, Rûsya û çendîn welatên Ewropa tê de beşdar in û bîranînên xwe derbarê kesayetiya karîzmî ya Mistefa Barzanî vedibêjin.

Hejmarek ji wan kesayetan, bo yekem carê diaxivin û rastiyên dîrokî yên wî serkirdeyê Kurd di riya Kurdistan24ê re vedibêjin.

Ji navdartirîn wan kesayetan yên ku beşdarî vê berhemê bûne, lêkolînerê navdar yê Amerîkî – Libnanî Edmon Xerîb, fotograferê navdar yê Amerîkî William Karter, ku ji destpêka salên şêstî ya sedsala borî ve serdana Kurdistanê kiribû û çendîn wêneyên taybet yên Barzanî û Pêşmerge girtibûn û di albumekê de belav kiribûn.

Herwiha rojnamevanê binavûdeng ê Amerîkî Jim Hokland, ku nivîskarê koşeyeke diyar ê rojnameya “Washington Post” e, di salên heftî ya sedsala borî de hatibû Kurdistanê û hevdîtinên taybet ligel Mistefa Barzanî kiribûn û di vê berhemê de bi awayekî taybet behsa bîranînên xwe ligel Barzanî dike.

Herwiha parlementerê navdar yê Rûsî Vladîmîr Cîrnovîsky, ku Serokê Partiya Lîberal a Demokratîk a Rûsya ye, di vê berhemê de behsa mana Barzanî li Sovyêt dike.

Yekî din beşdarê vê berhemê, parlementerê Rûsî ji regeza Kurd Zelîxman Mutsuwîv  e, ku bi heman awayî hin ji rastiya ku nehatiye gotin derbarê kesayetî û jiyana Mistefa Barzanî di dema ku li Sovyêtê bû, aşkere dike.

Li ser astê Iraqê jî, nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Ereb Hesen Elawî çêroka danûstandinên di navbera serkirdayetiya Şoreşa Îlonê û hikûmeta Iraqê ya wê demê vedibêje.

Ji bilî wan kesayetiyan, hejmarek ji kareketrên serdema Şoreşa Îlonê û hevalên Mistefa Barzanî û çend kesayetiyên cîhanê hûrgiliyên derbarê xebat û têkoşîna General Mistefa Barzanî û helwest û destkeftên netewî yên Şoreşa Îlonê ronî dikin.

 

Çaverê bin..

Roja 14 Adara 2017, demjimêr 22:00 bi dema Hewlêrê