Birîndarekî Serhildana 12 Adarê çêroka xwe dibêje
Mesûd Mehmûd ji bajarê Qamişlo yek ji qurbaniyên serhildana 12 adara sala 2004an e, ku guleyek li sîngê wî ketibû û ji heyama 13 salan ve jiyana xwe li ser kursiyekê berdewam dike. Mesûd roja 12 Adarê li bîra xwe tîne û çîroka xwe ji K24 ê re dibêje.
K24 – Qamişlo

Di heyama 13 salan de ji serhildana Qamişlo, Mesûd rojên xwe bê dost û heval jiyan dike û tenê kursî, odeyeke biçûk, şînkayiyên ku bi xwe di hewşê de çandine û çend cûreyên çûkan hevalên jiyana wî ne.
Mesûd ji dema ku lingên wî pûç bûne ve, dûrî ode û çûkên xwe neketiye û li ser daxwaza me berê xwe da cihê bûyerê dema ku hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê êrîşî xwepêşandêran kirin û guleyek li sîngê wî xistin.
Mesûd dilsariya xwe ji rewşa tevgera siyasî ya Kurdî diyar dike û dibêje ku, ti kes li birîndaran xwedî derneketin û tenê di vê rojê de ew bi bîra wan tê kirin.
Tiştê ku dilê Mesûd xweş dike û ji bîra wî qet naçe,di serhildana12 Adarê de helwestên hemû xelkên devrê bûne yek û dîwarê zilm û zordariyê hate şikandin.
Mesûd vegeriya jiyana xwe ya asayî ligel çûkên hevalên xwe bi hêviya ku xwîna wan şehîdan û keda birîndaran vala neçe û armancên wan bêne pêk anîn.