Çekdarên Opozîsyonê beşdarî civîna Astanayê nabin
Şanda opozisyona Sûrî ragihand, ew di gera sêyêmîn ya danûstandinên Asatena ligel rêjîma Sûriyê beşdarî nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda opozisyona Sûrî ragihand, ew di gera sêyêmîn ya danûstandinên Asatena ligel rêjîma Sûriyê beşdarî nabin.
Berdevkê opozîsyonê Osama Ebûzêd ragihand, grûpên çekdar biryar dan ku di gera sêyemîn ya danûstandinên Astanayê de beşdar nabin, ji ber ku sozên cibicîkirina agirbestê bicih nehatin.
Biryar e, rojên 14 û 15 vê mehê li Astanayê gera sêyemîn ya danûstandinan di navbera herdu şandên rêjîma Sûriyê û grûpên çekdar ên li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve biçin.
30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmza kirin.
Gera duyem ya danûstandinên Astanayê di 16 meha borî birêve çûbûn, ji giringitrîn encamên wê civînê ew bû, pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê bû.
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê ketîbeya Sultan Murad ya ji Tirkiyê piştevaniya wê dike, Ehmed Osman ji FTP re got: “Em li Astanayê beşdar nabin, ji ber ku pabendî bi agirbestê nebûye.”
Osman da zanîn ji, hêzên rêjîma Sûriyê hîn deverên opozîsyonê bi berdewamî bombebaran û dorpêça dike.
Şanda rêjîma Sûriyê bi serokatiya Beşar Ceferî îro gihêşt Astanayê.