Opozîsyona Sûriyê di civînên Astanayê de beşdar nabe
Opozîsyona Çekar a Sûriyê bi awayekî fermî ragihand, ew di civînan de beşdar nabin, ji ber ku Rûsya ne amede ye ku lêdanên xwe yên asmanî li ser baregeh û deverên opozîsyonê rawestîne û rêjîma Sûriyê jî pabendî agirbestê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Çekar a Sûriyê bi awayekî fermî ragihand, ew di civînan de beşdar nabin, ji ber ku Rûsya ne amede ye ku lêdanên xwe yên asmanî li ser baregeh û deverên opozîsyonê rawestîne û rêjîma Sûriyê jî pabendî agirbestê nabe.
Sêyem gera civînên Astanayê biryar e îro li Kazaxistanê dest pê bikin, lê opozîsyona çekdar a Sûriyê ku aliyekî sereke ye di wan civînan de, tê de beşdar nabe, ew jî bi sedema ku Rûya amede nebûye lêdanên xwe yên asmanî li ser deverên opozîsyona rawestîne. herwiha fişarê jî li ser artêşa Sûriyê nake ku rêkeftina agirbestê pabend be.
Berdevkê opozîsyona Sûriyê Osame Ebûzêd ragehand, ku ew di civînên Astanayê de beşdar nabin, serbar kir jî ta niha Rûsya di binpêikrinên xwe de berdewam e bi taybet di rêkeftna agirbestê de ya ku bi serpereştiya Tirkiye û Rûsyayê de ji Berçileya borî ve dest pê kiriye.
Ebûzêd eşkere jî kir, biryara wan di vê demê de ji encamên tawanên Rûsya di derheqê sivîlan de li Sûriyê ye û ta niha tawanên rêjîma Sûriyê jî vedişêre.
Ebûzêd got jî, Tirkiye jî ji vê biryara wan agahdar e.
Ev yek Di demekê de ye ku roja Şemiya derbasbûyî 11 Adarê opozîsyona Sûriyê daxwaza paşxistina civînên Astanayê kirin û amedebûna xwe bi pabendbûna rêjîma Sûriyê bi agirbestê girêda.
Gera duyem ya danûstandinên Astanayê di 16 meha borî birêve çûbûn, ji giringitrîn encamên wê civînê ew bû, pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê bû.