Li riya Mêrdîn – Diyarbekirê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li ser riya Mêrdîn – Diyarbekirê karwaneke otombîlên leşkerî yên Tirkiyê bi teqînekê hate armanckirin, di encamê de kuştî û birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser riya Mêrdîn – Diyarbekirê karwaneke otombîlên leşkerî yên Tirkiyê bi teqînekê hate armanckirin, di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê cihê teqînê dorpêç kirin.
Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe derbarê wê teqînê de ranegihandiye.