Gefa şewitandinê li Xwecihiya Kobanê tê xwarin
Grûpeke jin êrîşî Xwecihiya Kobanê ya ENKSê dikin û ala Kurdistanê datînin û diruşmên îxanetiyê li ser dîwarên wê xwecihiya dinivîsin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke jin êrîşî Xwecihiya Kobanê ya ENKSê dikin û ala Kurdistanê datînin û diruşmên îxanetiyê li ser dîwarên wê xwecihiya dinivîsin.
Xwecihiya Kobanê ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpeke jin ku nav li xwe kirine “Malbata Şehîdan” êrîşî baregeha Xwecihiya Kobanê ya ENKSê kirin û ala Kurdistanê danîn û diruşmên îxanetiyê li ser dîwarên wê xwecihiyê nivîsandin.
Xwecihiya Kobanê da zanîn, wê grûpê gefa şewitandina Xwecihiya Kobanê kirine, heger ew xwecihî neyê daxistin.
Ev êrîşa li ser Xwecihiya Kobanê ya ENKSê di demekê de ye, ku şeva borî hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 15 nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistin.

