Li Şamê teqîn: 25 kuştî
Teqînekê di nava avahiya Koşka Dadweriyê ya Şamê rû da, li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.
K24 – Navneda Nûçeyan
Teqînekê di nava avahiya Koşka Dadweriyê ya Şamê rû da, li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.
Ajansa nêzîkî rêjîma Sûriyê belav kirin, bombeyek di Koşka Dadweriyê ya li taxa Hemîdiyê de teqiya, di encamê de heta niha 25 kesan canê xwe jidest dane û bi dehan birîndar hene.
Berî çend rojan jî, du teqînan navçeya Bab El-Sexîr li başûrê Şamê karwaneke geştiyarên Iraqî yên serdana mezargehên pîroz li navçeya Bab El-Sexîr dikin, armanc kir, di encamê de bêhtir ji 45 kesî hatin kuştin.