100 kes Bi tuhmeta “PKK” hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistane, di operasyonên hevahengî yên hêzên ewlekariya Tirkiyê de, bi tometa ku li ser torên civakî bangêşiya PKK kirine, 100'ê zêdetir ciwan, endam û rêveberên DBP û BDP hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistane, di operasyonên hevahengî yên hêzên ewlekariya Tirkiyê de, bi tometa ku li ser torên civakî bangêşiya PKK kirine, 100'ê zêdetir ciwan, endam û rêveberên DBP û HDP hatin binçavkirin.

Li Wanê, Hevşaredarê Serayê Ebdulqadir Çalişkan jî di nav de 13 endamên meclîsa şaredariyê hatin binçavkirin.

Li Şirnexê jî operasyonek berfireh hat kirin û 8 muxtar bi giştî 40 kes hatin binçavkirin.

Li Semsûrê 10 û li Êlihê jî 10 kes bi tometa ku di torên civakî de bangêşiya PKK kirine hatin binçavkirin.

Li aliyê din, qedexeya derketina derve ya 18 gundên Licê hat rakirin û hat destnîşankirin, ji gundên Licê 34 kes hatine binçavkirin.