Amerîka hezar leşkerî din dişîne Sûriyê
Amerîka bi niyaz e nêzîkî hezar leşkerên xwe yên din bişîne Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, wek amadekariyekê bo kontrolkirina Reqayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka bi niyaz e nêzîkî hezar leşkerên xwe yên din bişîne Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, wek amadekariyekê bo kontrolkirina Reqayê.
Rojnameya “Washington Post” belav kir, heger Wezîrê Bergîriyê James Mattis û Serokê Amerîka Donald Trump ew biryar pejirandin, dê nêzîkî hezar leşkerên din bişîne Rojavayê Kurdistanê.
Şandina wan hejmara zêde, bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e di operasyona kontrolkirina Reqayê de.
HSDê operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya kontrolkirina Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû, niha jî ew operasyona di qonaxa xwe sêyemîn de birêve diçe.
Berê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Rojava û Bakurê Sûriyê ne, bi vê hejmarê jî hejmara leşkerên Ameîkî dê bigihe nêzîkî 2 hezaran.