Li Wanê 40 kes bi endamtiya PKKê hatin binçavkirin
Li navçeya Çaldiran ya Wanê 40 kes bi gumana endatiya PKK Û KCKê hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Çaldiran ya Wanê 40 kes bi gumana endatiya PKK Û KCKê hatin binçavkirin.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, li navçeya Çaldiran ya Wanê li dijî 70 navnîşanan operasyon hat lidarxistin. Di encamê de bi giştî 40 kes bi gumana endamtiya PKK û KCKê hatine binçavkirin.
Di nava binçavkiriyan de hevserokê navçeya Çaldiran ya Wanê, rêveberên DBPê, 4 endamên civatê, melayek û mûxtarek jî hene.
Lêpirsîna di derbarê kesên hatine binçavkirin de berdewam dike.