Asayişa Çilaxa endamekî PDK-Sê binçav dikin
Asayişa Rojava li bajarokê Cilaxa, endamekî Partiya Demokrat Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava li bajarokê Cilaxa, endamekî Partiya Demokrat Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav dike.
Peyamnêrê K24ê ragihand, asayşa bajarokê Çilaxa li vê sibehê endamekî PDK-Sê bi navê Menaa Mihemed Seîd ji nava bazarê Çilaxa binçav kirin.
Ev yek di demekê de ye, duh asayşê li Rojavayê Kurdistanê 12 endamên partiyên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li çend bajaran serbest berdabûn.