Hêzên Amerîkî riya Reqa – Heleb kontrol dikin
Hêzên Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.
Li gor zanyariyan, Bi armanca kontrolkirina riya di navebera Heleb û Reqayê de, Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.
Di operasyonê 100 leşkerên Amerîkî beşdar bûn.
Ev operasyon di demekê de ye, ku di çend rojên borî de berpirsekî pilebilind yê Amerîkî ragihandibû, Amerîka dora hezar leşkerên din dişîne Sûriyê.
Niha hejmara diyarkirî yên leşkerên Amerîkî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî ne. Herwiha bo piştîvaniya operasyona Reqayê jî hêzeke topxane ya Marens jî li nêzîkî Reqayê bicih kiriye.
Wî berpirsî amaje bi wê yekê jî kiribû, leşkerên Amerîkî rasterast beşdarî şer nabin, lê piştevanî û şêwirê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Hevpeymaniya Nacdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka piştevaniya wê di operasyona kontrolkirina Raqayê de dike.