Parêzgeriya Diyarbekirê plana bergirên referandûmê aşkere kir

Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn ku ji bo Referandûma 16’ê Nîsanê Plana Tevgera Dengdayînê hatiye amadekirin. Di planê de bergirên beriya dengdayînê û piştî dengdayînê tên destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn ku ji bo Referandûma 16’ê Nîsanê Plana Tevgera Dengdayînê hatiye amadekirin. Di planê de bergirên beriya dengdayînê û piştî dengdayînê tên destnîşankirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê, di derbarê bergirên Referandûma 16’ê Nîsanê ya guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de çend rêzebergirên di çarçoveya Plana Tevgera Dengdayînê de amade kir. Di plana ku ji bo raya giştî hat parvekirin de bang li erkdaran tê kirin ku ji bêalîtiyê dûr nekevin û li gorî pîvanên demokratîk tevbigerin.

Di planê de hatiye amajekirin ku li deverên ku metirsiya ewlekariyê lê hebin, eger hewcedarî were dîtin, dê sindoqên dengan bi wesaîtên zirxî an jî bi helîkopteran werin veguhestin.