Hûrgiliyên hevdîtina Barzanî ligel Balyoz û nûnerên welatan

Di daxuyaniyekê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro roja çarşem 22.03.2017 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, mîhvandariya hejmarek Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyê de ku çapek jê gihêşt K24ê, tê de hatiye, “Destpêka rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, li gotarê da spasî û bi xêrhatina mîhvanan kir û behsa girîngiya cejna neteweyî ya Newrozê li jiyan û dîroka gelê Kurdistanê da kir, her wiha tîşk xiste li ser mafê gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.”

Her di vê gotarê de, spasî welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê kir, ku li şerê dijî terorîstên Da'îş da yarmetiya Herêma Kurdistanê dane û palpiştê gelê Kurdistanê bûne.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, “Balyozê welatê Behreyn, li şûna Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotarekî pêşkêş kir û têda pîrozbahiya Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir, pêzanînên xwe jî ji bo malbatên şehîdên Kurdistanê hebû û her wiha pesnê rola Serok Barzanî li dabînkirina aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê de kir, heman demî de hêviya pêşketinên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.”

Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir, “Di vê rêwresmê de Balyoz û Nûnerên welatan ji bilî spaskirina Serok Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ya li warên cûr bi cûr da kirin.”