Hevseroka berê ya DBPê hate binçavkirin

Îro danê sibê polîsên dijî terorê yên Diyarbekirê bi ser mala Hevseroka berê ya DBPê Emîne Aynayê de girtin û ew desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê polîsên dijî terorê yên Diyarbekirê bi ser mala Hevseroka berê ya DBPê Emîne Aynayê de girtin û ew desteser kirin.

Sedema desteserkirina Aynayê heta niha nayê zanîn û lêpirsîna wê li Rêveberiya Asayîşê berdewam dike. 

Hefteya borî jî bi hinceta lêpirsînekê îfadeya Emîne Aynayê hatibû standin.

Emîne Ayna di sala 2007an de bûbû parlementer û demek jî Hevserokê DBPê bû. Ayna sala borî dev ji siyasetê berdabû.