Baydemîr: Newroza Diyarbekirê hêviyên Kurdan xurt kirin
Li Diyarbekirê bi tevlîbûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) , Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyeke hevpar a nirxandina Newroza Diyarbekirê hat dayîn.
K24 – Diyarbekir

Partî û rêxistinên ku Newroza Diyarbekirê ya 2017’an organîze kirin, bi daxuyaniyeke hevpar Newrozê nirxandin.
Li ser navê organîzatorên Newrozê, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Osman Baydemîr amaje kir ku, beşdariya bilind a xelkê Kurd, da nîşan ku xelk ji zext û zorê natirse û pêwîst e ev helwesta xelkê ji aliyê dewletê ve jî were dîtin û pirsgirêkan bi rêya aştiyê çareser bike.
Osman Baydemîr spasiya xelkê ku beşdarî Newrozê bûne kir û amaje kir ku vê Newrozê di nav dîrokê de jî cihê xwe girtiye. Baydemîr got ku giyanê Newroza Diyarbekirê ya 2017’an li hemû cîhanê ji bo 40 milyon Kurdan bûye hêviyeke xurt.
Osman Baydemîr balê kişand ser Newroza rengîn a Başûrê Kurdistanê ya ku li Akrê hatî pîrozkirin û anî zimên ku Newroza Akrê û ya Diyarbekirê di nav xelkê Kurd de cihekî rengîn girtiye.
Berdevkê HDP’ê behsa bûyera kuştina ciwanê bi navê Kemal Kurkut jî kir û amaje kir ku pêwîst e kujerên Kemal Kurkut hesabê bidin, ji ber ku ev ciwan bê sûc û bê sedem hatiye qetilkirin.