Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê li Diyarbekirê ye
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, li Diyarbekirê ye û bi hatina wî re li Diyarbekirê û derdora bajêr, bergirên dorfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Beriya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdohan ku dê di 1’ê Nîsanê de li Diyarbekirê bang li Diyarbekiriyan bike, Wezîrê Karên Navxweyî hat û dê li herêmê çavdêriyan bike. Li gorî hat ragihandin, Suleyman Soylû dê piştî serdana navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê; bi sazî û rêxistinên sivîl ên civakî re jî hevdîtinekê pêk bîne.
K24 – Diyarbekir
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, li Diyarbekirê ye û bi hatina wî re li Diyarbekirê û derdora bajêr, bergirên dorfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Beriya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku dê di 1’ê Nîsanê de li Diyarbekirê bang li Diyarbekiriyan bike, Wezîrê Karên Navxweyî hat û dê li herêmê çavdêriyan bike. Li gorî hat ragihandin, Suleyman Soylû dê piştî serdana navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê; bi sazî û rêxistinên sivîl ên civakî re jî hevdîtinekê pêk bîne.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû îro (23.03.2017) li Diyarbekirê digel Parêzgeriya Bajêr hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinên bi parêzgeriyê re hat ragihandin ku, dê Suleyman Soylû serdana navçeyên Diyarbekirê yên Farqîn, Hênê û Pasûrê bike.
Di serdanên wezîrî de dê ji bo referandûmê jî bang li gelê navçeyên navborî were kirin û çav li rê ne ku serdana bazirganên herêmê jî were kirin. Piştî serdanana Soylu, dê di 1’ê Nîsana 2017’an de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî li Diyarbekirê be û ji bo referandûmê dê bang li gelê herêmê bike.
Di serdana Wezîr Suleyman Soylu de ji bilî mijara referandûma 16’ê Nîsanê, tê payîn ku di derbarê operasyonên Liceyê yên ku di 5’ê Adarê de dest pê kiribûn jî daxuyaniyekê bide. Piştî serdana navçeyan, dê Wezîrê Karên Navxweyî vegere navenda bajêr û dê li otêlekê bi muxtar û nûnerên saziyên sivîl re civînekê li dar bixe.