Dayikek bo zanîna çarenivîsa kurê xwe, bangewaziya Serok Barzanî dike
Diya girtiyekî li Efrînê, bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê û her kesekî dike, da ku alîkariya wê bikin û bo diyarkirina çarenivîsa kurê wê yê ji 4 salan ve girtî ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Diya girtiyekî li Efrînê, bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê û her kesekî dike, da ku alîkariya wê bikin û bo diyarkirina çarenivîsa kurê wê yê ji 4 salan ve girtî ye.
Diya parêzer Îdrîs Elo di girtevîdyokê de, ku li ser tûra pêwendiya civakî hate belavkirin, tê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, destêwerdanê bike bo çarenivîsa kurê wê parêzer Îdrîs Elo bê zanîn.
Parêzer Îdrîs Elo, endamê Komîta Herêmê ya Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê bû, ji 8 Mijdara 2013an ve li Efrînê ji mala wî ve hate revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbat û partiya wî (Ku piştre tevlî PDK-Sê bû) hêzên ser bi PYDê ve tuhmetbar dikin ku wan Îdrîs Elo revandine.
Di girtevîdyoyê de, diya Îdrîs Elo dibêje: “Li gor zanyariyên me, Îdrîs Elo di girtîgehên Efrînê de ye. Silavên min ji Serok Mesûd Barzanî re hene. Ez daxwaza alîkariyê dikim. Her kesê jî dikarê alîkariya min bike, ez spasiya wî dikim. Ez jî diya we me.”
Herwiha diya Îdrîs Elo dibêje: “Îdrîs li cem hevalan (PKK) ye, lê ew li wê yekê mikur nayên. Çavên min kûr bûn. Kezeba min şewitî jî, hîn ew li xwe mikur nayên ku Îdrîs Elo li cem wan e.”