Li Şirnexê 4 PKKyî hatin girtin
Sererkaniya Tirkiyeyê dibêje, li bajarê Şirnexê navçeya Qilebanê 4 xwekujên PKKê hatine girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyeyê dibêje, li bajarê Şirnexê navçeya Qilebanê 4 xwekujên PKKê hatine girtin.
Derbarê mijarê de Sererkaniya Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ko 4 endamên PKKê ku bi rêyên neyasayî ketine nav sînorênTirkiyeyê li navçeya Qilebanê hatine girtin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê hejmarek teqemenî jî digel wan hatine bidestxistin û ew her 4 kes li bingehên PKKê perwerdehiya bombeyê dîtine û bi armanca êrîşên bombeyî pêk bînin ketine li Tirkiyeyê.