Pîre, sedemên paşketina çûna şanda herêmê bo Bexdayê aşkere dike

Endamekî Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, paşketina pêkanîna şandekê bo Bexdayê, pêwendiya wê bi rewşa siyasî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, paşketina pêkanîna şandekê bo Bexdayê, pêwendiya wê bi rewşa siyasî heye.

Endamê Polîtbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre li ser paşketina pêkanîna şanda Herêma Kurdistanê y abo Bexdayê û yekalîkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de ji K24ê re ragihand, paşketina wê serdanê pêwendiya wê bi rewşa siyasî heye, ji ber ku di demên dawiyê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi awayekî sar bûbûn.

Pîre got jî: “Niha şanda hevbeş ya Iraq û Kurdistanê li piraniya civînên navxweyî û navdewletî bi hev re beşdar dibin, lê bo yekalîkirina madeyên destûrê û pirsa maf û destkeftên Pêşmerge û pirsa şeraketê di navbera herdu aliyan de, pêwîstiya wan bi guftûgoyê hene.”

Biryar bû, şandeke ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo yekalîkirina pirsa Serxwebûnê û madeyên destûrê û pirsa maf û destkeftên Pêşmerge û pirsa şeraketê di navbera herdu aliyan de serdana Bexdayê bikira.