Li Kobanê, ENKS dê bi çalakiyên xwe berdewam be

Xwecihiya ENKS'ê li kobanê tekez dike ku girtina nivîsgehên wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve karê wan asteng nake, ji ber ku li ser kar û çalakiyên xwe bibiryar in. Ji aliyê din ve Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) li ser girtina nivîsgeha wan naxwazin ti daxuyaniyê bidin.

K24 – Kobanê

Piştî girtina nivîsgehên partiyan û dezgehên bê destûname ji aliyê desteyên Rêveberiya Xweser li Kobanê, serkirdeyê Xwecihiya ENKSê li Kobanê tekez kir ku dê bi çalakiyên xwe yên asayî li derveyî nivîsgehan rabin. Herwiha ku ew bi biryar in û destûrnameyê ji Rêveberiya Xweser ji bo vekirina nivîsgehên xwe nagirin.

Partiya Pêşverû bal kişand ku ew naxwazin li ser ragihandinê biryara girtina nivîsgehan mezin bikin Herwiha diyar kir, dê rewş ber bi başiyê ve biçe û dê biryar di berçavan re bê derbas kirin, ji ber vê yekê ew naxwazin ti daxuyaniyê di derbarê vê biryarê de bidin.

Di 10 vê mehê de Encûmana Zagonsaz li Kobanê biryara girtina nivîsgehên partiyên bê destûrname ragihand, ta ku partiyên xwe bi destûrname bikin, û li ser vî bingehî nivîsgeha ENKSê û nivîsgeha Partiya Pêşverû hatin girtin, ev yek jî piştî pevçûnên ku di navbera hêza PKK û hêza Pêşmerge li Şingalê.