Tillerson seredana Tirkiyê dike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina şerê Reqayê seredana Tirkiyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor hin berpirsên amerîkî Wezîrê Derve Rex Tillerson dê di vê hefteyê de seredana Tirkiyê bike, ji bo gotûbêjkirina operasyona kontrolkirina Reqayê.
Ev seredana Tillerson piştî bidawîhatina civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li Washingtonê birêve çûbû tê, ku tê de rêkeftin hate kirin li ser tundkirina operasyonan li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê.
Civîna 68 welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington de dest berî çend rojan birêve çûbû û Fûad Hisên wek Nûnerê Herêma Kurdistanê di civînê de beşdar bû.
Tirkiye ji Amerîka dixwest ku YPGê dervayî operasyona Reqayê bihele û ew û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi hev re beşdar bibin. Lê belê pilana Tirkiyê biser neketiye.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandiye, rizgarkirina bajarê Reqayê dê di destpêka meha Nîsana îsal de û bi beşdariya YPGê dest pê bike.
Herwiha Tillerson di civîna Hevpeymaniya Navdewletî de gotibû ku, ew kar dikin bo avakirina “Herêmên aram yên demkî” li Sûriye û Iraqê, lê ti hûrgiliyên derbarê van herêmên aram nehatin aşkerekirin.