Beşar: Nameyekê ji bo hebûna şandeke Kurdî ji De Mistura re dişînin

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar nameyek ji (ENKS) re şandiye û tê de gotiye, ku wan nameyek pêşkêşî Îtîlafê kirine ji bo guhertina nêrîna xwe derbarê pirsa Kurdî de li Sûriyê û ewê di demeke nêzîk de derbarê wê yekê de bicivin.

 

K24 – Navenda Nûeçeyan

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar nameyek ji (ENKS) re şandiye û tê de gotiye, ku wan nameyek pêşkêşî Îtîlafê kirine ji bo guhertina nêrîna xwe derbarê pirsa Kurdî de li Sûriyê û ewê di demeke nêzîk de derbarê wê yekê de bicivin.

Bi gotina Beşar, divê  doza Kurdî weke dozeke niştîmanî li Sûriyê were dîtin û zimanê Kurdî jî  wek zimanê duyemîn bê naskirin.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de û Cîgrê Serokê Îtîlafa Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re li ser vê nameyê ragihand, hin xal ji belgeya Celsea a danûstandinan wek pirsa netewî, mafê Kurd di destûrê de, vegerandina nasnameyê bo Kurdan, rakirina projeyên şovînizm yên li ser Kurdan hatibûn kirin (Kempera Erebî, Hejmartin) û zimanê Kurdî cibicî bûne û bûne biryar, nema ew mane cihê guftûgoyê û bûye beşek ji belgeya Îtîlafê û Desteya Bilind a Danûstandinan.

Herwiha Beşar got: “Hin xalên di navbera me de hîn ne zelal in, wek (Sûriye beşek e ji welatên Ereban, kultura Erebî û Îslamî ya sereke ye li Sûriyê) ew li cem me ne cihê razîbûnê ye. Me li Celsea komîteyek çê kir bo lêvegerekê ji van xalan re.”

Beşar tekezî li ser wê yekê kir, ku wan gelek guhartin çê kiriye, wek (Di Sûriyê de gelek netew û ol dijîn) û Sûriye ne beşeke ji welatên Erebî ye.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê amaje bi wê kir, ew xalên guftûgo li ser bên kirin, ne di nava şanda opozîsyonê de be, lê dê di civîna Riyazê de guftûgo li ser wan xalan bên kirin.

Beşar got jî: “Me îro biryar da ku nameyekê bi navê Desteya Bilind ya Danûstandinan binivîsin û ji De Mistura re birê bikin, bo beşdariya şandeke Kurdî di danûstandinên Cenêvê de û çawa pirsa Kurdî bînin Cenêvê.”

Herwiha Beşar got jî: “Lê bila em baş bizanin, ku ne Kurdistana Sûriyê serbixwe ye û emê her tiştî li gor dilê xwe binivîsin.