Rûsya dê bingehên leşkerî yên Îranê bikar bîne

Îran rê dide Rûsiya ji bo şerê li dijî Tîrorê li Sûriyê, bingehên leşkerî yên Îranê bi kar bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran rê dide Rûsiya ji bo şerê li dijî Tîrorê li Sûriyê, bingehên leşkerî yên Îranê bi kar bîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ajansa “Reuters” re ragihand ku, rê didin Rûsiyayê da ku bingehên leşkerî yên Îranê  ji bo şerê li dijî tîrorê li Sûriyê bi kar tîne.

Duh Serok Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rohanî bi serokatiya şandekê gihştibû Moskayê û di nav wê şandê de jî Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf hebû.

Rûsya û Îran ji sal û nîvekê ve piştgîriya rêjîma Sûriyê êli dijî çekdarên opozîsyona wî welatî dikin.

Rûsya di Hevîna borî de jî bingehên Îranê bo armancên li Sûriyê bikar anîbûn, ku ew yekem car bû ji şerê cîhanê yê duyemîn ve Îran rê dide welatekî biyan bingehên wê bikar bîne.

Mihemed Cewad Zerîf got jî, li Kirimlinê li ser rewşa sûriyê û ew pirsên Herêmî jî şîrove dikin.