Li 9 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Li Diyarbekirê, çûnûhatina 9 gundan hat qedexekirin. Qedexe îro (28.03.2017) ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê; ji bo li hember endamên rêxistina PKK’ê operasyon werin lidarxistin, li 4 gundên bi ser navçeya Liceyê û 5 gundên bi ser navçeya Hênê yên Diyarbekirê qedexeya derketina kuçe û kolanan hatiye ragihandin û dê ev qedexe heta bangewaziyeke duyemîn dewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 9 gundên Hênê û Liceyê banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê; îro (28.03.2017) saet ji 11:30’an bi şûn ve gundên bi ser Liceyê yên; Çemê Elîkî, Xiraba, Mala Mihibiro û Comalaşê; gundên bi ser Hênê yên;  Sêyar, Dernûn, Hêga Sûr, Babix û Şelê ji bo çûnehatê hatine qedexekirin.

Parêzgeriyê ragihand ku Ji bo di operasyonên li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de zerar negihîje niştecihên herêmê, dê heta bangewaziyeke din ev qedexe dewam bike.