Metirsiya Îranê li ser dahatûya Sûriyê

Hin welatên navdewletî digel opozisyona Sûriyê doza lawazkirina rola Îranê di Sûriyê de dikin. Aliyên siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê jî li ser metirsiyên hêzên Îranî hevnerîn in û dibêjin ku Îranê tenê berjewendiyên xwe di deverê de pêk tîne.

 

K24 – Qamişlo

Hin welatên navdewletî digel opozisyona Sûriyê doza lawazkirina rola Îranê di Sûriyê de dikin. Aliyên siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê jî li ser metirsiyên hêzên Îranî hevnerîn in û dibêjin ku Îranê tenê berjewendiyên xwe di deverê de pêk tîne.

Hin dewletên mîna welatên Amerîkayê di dema dawî de eşkere doza lawazkirina hêz û rola Îraniyan di Sûriyê de dikin, nemaze ku hêzên opozisyonê mîlîsên Îranî bi kuştina gelê Sûriyê tometbar dikin.

Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku armanjên Îranê ne tenê piştgiriya rêjîma Sûriyê ye, lê belê parastina berjewendiyê wê di deverê de ye, herwiha tekez dikin ku, ta nuha Îranî ji bo xewna şarestaniya Farisî dixebitin û ji bo vê yekê pêwîst e rola wê di Sûriyê de nemîne.

Endamê Polîtbîroya PDK-S Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Îran berjewendiyên xwe yên netewî di riya pirsên taifî re derbas dike. Îran dixwaze dewleteke Farisî ava bike ci li Sûriye, Iraq, Yemen, Libnan û Efxanistanê. Îran ne ji bo wan gelan lê ji bo ferehkirina dewleta xwe ya Farisî wiha dike.”

Welatê Îranê yek ji dewletên herî xwedî bandore di kirîza Sûriyê de ye, û bi hemû awayên aborî û leşkerî destwerdanê di Sûriyê de dike nemaze bi rêxistkirina milîsên leşkerî ku li nik rêjîmê şer dikin.

Hin serkirdên hêzên Sûriya demuqrat didin zanîn jî ku mîlîsên Îranê yek ji hêzên herî sereken ku piştgiriya rêjîmê dikin û diyar dikin ku hin hêzên navdewletî û di nav de HSD'ê jî doza lawaziya hêzên Îranî di deverê de dikin.

Berdevkê HSDê Telal Silo jî dibêje: “Trump nerazîbûna xwe ji rêkeftina çekê kîmayî ya bi Îranê re nîşan dide û hewl dide serast bike. Fişar li Sûriyê li ser Îranê hene, Em dibînin ku pêwîst e rola Îranê jî lawaz bibe. Herwiha rêjîma Sûriyê jî bêhtir rola Rûsyayê li ser hesabê Îranê zêde dike.”

Mêlîsên Îranî di Sûriyê de yek ji aliyên herî sereke ne ku bi gurkirina şerê taifî têne tawan kirin, di dema dawî de jî bangên lawazkirina van mêlîsan û derxistina wan ji Sûriyê zêde dibin nemaze piştî zêdebûna rola Îranê di Îraq û Sûriyê de.