Berpirsekî DAIŞê li bendava Ferêt hate kuştin

Berpirsekî DAIŞê li nêzîkî bendava Ferêt di êrîşeke asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî DAIŞê li nêzîkî bendava Ferêt di êrîşeke asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî de hate kuştin.

Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand , di êrîşeke asmanî de yên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî , Rêveberê bendava ferêt  yê ku bi navê  Ehmed Hisên ku di nav DAIŞê de bi navê (Ebû Henzele) tê naskirin digel du karkeran hatin kuştin.

Bo çareserkirina pirsgirêkên bendava ferret, HSDê bi awayekî demkî êrîşên xwe li nêzîkî bendavê rawestandin û tîmên pispor derbasî nava bendavê kirin, ji bo metirsiya li ser bendavê were kontrolkirin .

herwiha li gor endizyar û çavdêran, metirisî heye ku bendava ferêt biherfe, heger di demeke zû de neyê çareserkirin.