Demîrtaş dikeve greva birîçîbûnê
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş dest bi greva birçîbûnê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş dest bi greva birçîbûnê dike.
Navenda Giştî ya HDPê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDPê Abdullah Zeydan li hemberî helwesta ne baş ya rêveberiya girtîgehê û ji ber ku heta niha ji bo girtiyên ku li girtîgehên din ev demek e dest bi greva birçîbûnê kirine, ti gav nehatine avêtin dê sibe dest bi grêva birçîbûnê bikin.
Demîrtaş û Zeydan digel ji 4ê Çiriya Paşînê ve girtîne. Herwiha 11 parlementerên dî yên HDPê jî li girtîgehan de ne.