Li Diyarbekirê qedexeya li ser 9 gundan hat rakirin

Parêzgeriya Diyarbekirê, qedexeya li ser 9 gundên navçeyên Lice û Hênê rakir. Qedexe ji ber operasyonên li hember PKK’ê di 28’ê Adara 2017’an de ji bo 4 gundên Liceyê û 5 gundên Hênê yên navçeyên Diyarbekirê hatibûn ragihandin. Li gorî daxiyaniya parêzgeriyê, di encama operasyonan de 3 kes hatine binçavkirin û gelek çek û muhîmatên PKK’ê hatine desteserkirin.

K24 – Diyarbekir

Qedexeya li ser gundewarên Lice û Hênê, ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat rakirin. Li ser pevçûna ku 4 roj berê (27.03.2017) li Lice û Hênê qewimî, Parêzgeriya Diyarbekirê di 28’ê Adara 2017’an de ji bo 4 gundên bi ser Liceyê û 5 gundên bi ser Hênê ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihandibû.

Qedexeya li ser gundên Liceyê yên Çemê Elîkî, Xiraba, Mala Mihibiro, Comalaşê û gundên bi ser Hênê yên; Sêyar, Dernûn, Hêga Sûr, Babix û Şelê îro (30.03.2017) denjimêr di 10:00’an de bi daxuyaniya fermî hat rakirin. Li gorî daxuyaniya ku ji parêzgeriyê hat belavkirin, di encama operasyonan de; 3 kes bi şika hevkarî û endamtiya PKK’ê hatine binçavkirin û gelek muhîmatên şer û dokumanên PKK’ê hatine desteserkirin