Li Hewlêrê hevdîtina Xwendekarên li Tirkiyê dixwînin
Li Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê, bo xwendekarên Kurd û Iraqî ku li Tirkiyê xwendine ahengek hat sazkirin. Konsulê Tirkiye yê li Hewlêrê, Serokê Zanîngeha Selahedînê, parlamenterên Tirkmen yên li Parlamentoya Kurdistanê û 200 xwendekar beşdar bûn.
K24 – Hewlêrê
Li Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê, bo xwendekarên Kurd û Iraqî ku li Tirkiyê xwendine ahengek hat sazkirin. Konsulê Tirkiye yê li Hewlêrê, Serokê Zanîngeha Selahedînê, parlamenterên Tirkmen yên li Parlamentoya Kurdistanê û 200 xwendekar beşdar bûn.
Serokatiya Tirkên Derve û Kesûkarên Tirk, li Hewlêrê Hotêla Dedemanê, bi armanca xwendekarên Iraqî ku li Tirkiyê xwendine ahengeke taybet saz kir.
Konsulê Tirkiyê yê li Hewlerê Mihemed Akîf Înam, Serokê Zanîngeha Selahedînê Ehmed Dizeyî, parlamenterê Eniya Tirkmenan û nêzîkî 200 xwendekar beşdarî ahengê bûn.
Bi sînevîzyonê, pêşketinên salên dawî yên li Tirkiye û xebatên ku Serokatiya Tirkên Derve dane meşandin hate pêşandan.
Konsulê Tirkiye yê li Hewlêrê Mihemed Akîf Înam jî da zanîn, ew hêvî dike hejmara xwendekarên Iraqê yên li Tirkiyê zêde bibe
Konsulê Tirkiye yê li Hewlêrê Mihemed Akîf Înam di hevdîtinê de wiha axivî: "Gelek derçûyên Iraqî yên vê bernameyê hene. Emê encamên vê bihev re bişopînin. Ev xebat bo xurtkirina pêwendiya navbera gelan pir girîng e. Em ti cudahiya olî û etnîkî naxin navbera xwendekarên ku ji Iraqê serî lêdidin."
Birêveberê Serokatiya Tirkên Derve yê yê Rojhilatanavîn Mihemed Nedîm Aslan da xuyakirin, ew dixwazin hejmara xwendekarên Iraqî li Tirkiye zêde bikin û niha 366 xwendekarên Iraqî li Tirkiyê bi kredî dixwînin û heta niha 2 hezarê zêdetir xwendekarên Iraqî, li Tirkiyê perwerdeya xwe ya zanîngeh û doktorayê temam kirine.
Xwendekarên ku master û doktora xwe li Tirkiyê dixwînin ji ahengek wiha kêkfxweşiya xwe anîn ziman.
Tê ragehandin, Her sal ji 160 welatên cîhanê 150 hezar xwendekar bo xwendina li Tirkiyê serî lê didin û ji wan 5 hezar xwendekar tên qebûlkirin. Her wiha ji Iraq û Herêma Kurdistanê jî her sal nêzîkî 3 hezar xwendekar bo xwendina zanîngeh û masterê serî li rayedaran didin.