Pêgehên DAIŞê li Kerkûkê hatin bombebarankirin
Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî îro pêgehên DAIŞê li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin, di encamê de 5 kuştî û hejmarek birîndarên DAIŞê ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî îro pêgehên DAIŞê li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin, di encamê de 5 kuştî û hejmarek birîndarên DAIŞê ketine.
Jêderekî ji hêza Pêşmerge ji K24ê re ragihand, firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî îro danê sibê pêgehên DAIŞê li komelgeha Şehîd ya li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin.
Wî jêderî got jî, 3 armancên DAIŞê ku hatibûn bombebarankirin, di encamê de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.