“Bidawîbûna Mertala Ferêt, ne dawiya destêwerdana Tirkiyê ye”
Operasyona Mertala Ferêt bi dawî hat. Rayedarên Tirkiyê dibêjin ku wan serkeftinên mezin bidest xistine. Serkirdên TEV DEM'ê didin zanîn ku ev yek nîşana şikestina artêşa Tirkiyê ye. Herwiha hin siyasetmedar dibînin ku destêwerdanên Tirkiyê bi bandorên xirab li ser rewşa Sûriyê heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyona Mertala Ferêt bi dawî hat. Rayedarên Tirkiyê dibêjin ku wan serkeftinên mezin bidest xistine. Serkirdên TEV DEM'ê didin zanîn ku ev yek nîşana şikestina artêşa Tirkiyê ye. Herwiha hin siyasetmedar dibînin ku destêwerdanên Tirkiyê bi bandorên xirab li ser rewşa Sûriyê heye.
Di beyanameyeke fermî de Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê ragihand ku, operasyona mertala Ferêt bidawî hat. Serokwezîrê Tirkiyê jî Binalî Yildirm da zanîn ku, operasyona navbûrî bi serkeftinên mezin karê xwe bidawî kiriye.
Serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) ji aliyê xwe ve dibînin ku Tirkiyê tu armancên xwe di hundirê Sûriyê de pêk ne anîne, loma ti serkeftin bidest nexistiye.
Endamê Desteya Cîbcîkar a TEV DEM'ê Aldar Xelîl li ser operasyona Mertala Ferêt ji K24ê re wiha axivî: “15 rojên din li Tirkiyê referandûm heye. Tirkiyê jî xwast bi dawîanîna Mertala Ferêt bandorê di referandûmê de bike. Lê ev rawestandina operasyonê nayê wateya ku Tirkiyê destêwedanê di Sûriyê de nake. Berûvajî vê yekê Tirkiyê dê hewl bide bi şêwazên din destê xwe têxe nava Sûriyê û hîn tevliheviyê zêde bike.”
Ji aliyê xwe ve serkirdeyên Encûmena Niştîmaniya Kurd ENKS'ê dibînin ku Tirkiyê gelek armanc ji xwe re digirtin, nemaze derbarê beşdarbûna di operasyona kontrolkirina Reqayê de û didin zanîn ku ne ji berjewendiyên miletê Sûriyê û yê Kurd e ku hikûmeta Turkiyê destêwerdana leşkerî di Sûriyê de bike.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih ji K24ê re wiha got: “Ne ji mafê Tirkiyê ye destêwerdanê di Sûriyê de bike. Metirsiyên Kurdan ji destêwedana Tirkiyê hene, ji ber ku ne bi dilê Tirkiyê ku Kurd biser bikevin. Dema niha çareseriyek çê bibe, dê bi lihevkirinê çê bibe, ne ku aliyek zora aliyê din bibe.”
Di 24ê Tebaxa 2016 an de Tirkiye digel hejmarek ji girûpên çekdar yê opozisyonê dest bi operasyona Mertala Ferêt kir, ku li gorê berpirsên wê yên leşkerî armanca wê kontrolkirina 5 hezar k.m çargoşe ye ku di nav de bajarên Cerablus, Raî, Dabiq, û bajarê Babê ye. Û di dema serkirdên Tirkiyê tekez dikin ku dê di parastina sînorê xwe de berdewam bin, hin şopîner dibînin ku ta niha artêşa Tirkiyê di Sûriyê de cî digre û ev yek gefan li ser miletê Sûriyê berdwam çê dike.