Şandeke YNKê bo pirsa referandûm û serxwebûnê serdana PDK û aliyên siyasî dike
Di civîna îro ya Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de biryar hate dayîn, şandeke YNKê serdana Partiya Demokrata Kurdistanê û aliyên siyasî yên din bike, bi armanca guftûgokirina pêkanîna komîteke Kurdistanî ya taybet, ku ji ji nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyên gelê Kurdistanê pêk were, bo cibicîkirina qonaxên referandûmê û pirsa serxwebûna Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya dawî ya civîna Polîtbîroya YNKê de amaje bi wê jî hate kirin, nexşerêya YNKê di Polîtbîroy û Encûmena Serkirdayetî û Encûmena Navendî de hate pesendkirin. Di civîna Polîtbîroyê de dawî biryar hate dayîn, ku ew nexşerêya YNKê bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan e.”
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye “Serxwebûna Kurdistanê mafekî demokrasî ya rewa ya gelê Kurdistan e, referandûm bo serxwebûnê wek mafê çarenivîsî ya gelê Kurdistan li herêm û navçeyên Kurdistanî yên din e, armanca kevin a YNKê ye û ji bo biserxistina wê jî, li ser xebata xwe ya siyasî, demokratî û aştiyane berdewam e.”
Îro bi serperştiya Cîgirê Sekerterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl civîna Polîtbîroya YNKê li Silêmaniyê birêve çû.