Parlementera HDPê Dîrayet Taşdemîr hate binçavkirin

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîrayet Taşdemîr careke din hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîrayet Taşdemîr careke din hate binçavkirin.

Hat zanîn polîsên dijîterorê Parlementera HDP ya li bajarê Mûşê bi hinceta derbarê wê de dozek hatiye vekirin, binçav kirin. Tê çaverekirin Dîrayet Taşdemîr îro were dadgehkirin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîrayet Taşdemîr herî dawî di 20ê Adarê de li bajarê Agiriyê navçeya Bazîdê hatibû binçavkirin û piştî ku îfadeya wê hatibû girtin, hatibû berdan.

Ji 4ê Çiriya Paşînê heta niha ve digel hevserokan, 13 parlementerên HDPê di zîndanê de ne.