Qedexe li 23 gundên Çêwlikê hate dirêjkirin

Li Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva ya li ser 23 gundewarên bajarê Çêwlikê hate dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva ya li ser 23 gundewarên bajarê Çêwlikê hate dirêjkirin.

Derbarê mijarê de Parêzgeriya Çêwlikê daxuyaniyek nivsîkî belav kir û da zanîn ku li 7 navçeyên Çêwlikê 23 gundewar di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de berî niha wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatibûn ragihandin heta 15ê Nîsanê hatiye dirêjkirin û serdana wan deveran qedexe ye.

Tê pêşbînîkirin piştî dirêjkirina qedexeyê li dijî PKKyê operasyon were destpêkirin.