Paul Bremer: Pêşmerge hevpeymanê Amerîka yê herî bi bawer e
Hakimê Medenî yê berê yê Amerîkî li Iraqê Paul Bremer ragihand, li Iraqê Pêşmerge hevpeymanê Amerîka ya herî bi bawer e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hakimê medenî yê berê yê Amerîkî li Iraqê Paul Bremer ragihand, li Iraqê Pêşmerge hevpeymanê Amerîka ya herî bi bawer e.
Paul Bremer got jî, hêzên Pêşmerge ji sala 1991an ve û heta niha roleke wê ya girîng hebûye li dijî rêjîma Iraqê û grûpên terrorist.
Herwiha Paul Bremer got, piştevanê wê yekê dikim, ku çek û teqemeniya zêdetir bo Pêşmerge were dayîn.
Derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û dabeşbûna ji Iraqê de, Paul Bremer got: “Pêwendiya wê pirsê bi Iraqiyan bixwe heye û ew biryara çarenivîsa xwe didin.”
Paul Bremer ji piştî rûxana rêjîma Beis li Iraqê ji meha Gulana 2003an de û heta Hizêrana 2004an ve, nûnerê Serokê Amerîka yê wê demê George W. Bush bû, di heman demê de wek Hakimê Medenî yê Amerîka li Iraqê desthilat birêve dibir.
Li ser astê dîplomasî Paul Bremer çendî postên girîng di Wezareta Derve ya Amerîka pê hatibû spartin û di Wezareta Navxwe jî çendîn post wergirtibû.