Civîna PDK û YNKê taybet bi pirsa referandûmê bû

Civîna Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Barzanî bi dawî bû. Endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ragihand, “Me piştgîriya xwe bo pirsa referandûm û serxwebûnê dupat kir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji rojnamevanan re ragihand, “Me piştgîriya xwe bo pirsa referandûm dupat kir û ligel serxwebûnê ne.”

Herwiha Muftî da zanîn ku, civîna îro ya di navbera Polîtbîroya PDK û Polîtbîroya YNKê taybet bi pirsa referamdûmê bû.

Polîtbîroya PDK û Polîtbîroya YNKê îro bi serpereştiya Serok Barzanî li Hewlêrê civiyan.