PDK û YNK komîtekê bo diyarkirina dem û mîkanîzma referandûmê ava dikin

Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de ya bi serpereştiya Barzanî ragihandin, Kurdistan wek Iraqê mafê wê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de ya bi serpereştiya Barzanî ragihandin, Kurdistan wek Iraqê mafê wê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.

Di daxuyaneke hevbeş de, herdu aliyan behsa referandûm û rewşa navxweyî ya Kurdistanê kirin, ku di vê civînê de biryar dan, pirsa referandûmê wek babeteke netewî û niştimanî bi hev re kar li ser bikin. Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî tekezî li ser yekhelwesta bilezkirina çareserkirina pirsgirêkên siyasî, yasayî û aborî kirin û komîteyeke hevbeş jî bo pirsa referandûm û gotbêjkirina ligel aliyên siyasî yên din yên Kurdistanê pêk bînin, bo diyarkirina dem û danîna mîkanîzmekê bo encamdana referandûmê.

Deqa hevbeş a herdu Polîtbîroyên PDK û YNKê wiha ye:

Di civîna hevbeş a herdu Polîtbîroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi amadebûna Birêz Serok Mesûd Barzanî, çend pirs derbarê referandûm, Kerkûk û rewşa navxweyî ya Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Pirsa referandûma serxwebûnê li Kurdistanê:

Civînê gelek bi hûrî ev babet guftûgo kir û ji nêrîngeha dilsoz û xemxwariyê ve çarnivîsa gelê Kurdistanê û pêwendiya di navbera Iraq û Kurdistanê de û dûrxistina metirsiyên berê hebûne, ji nava wan yên di warê siyasî, aborî û serbazî de, ne di sûda Iraq û Kurdistanê de bûn. Ji bilî wê, mafê gelê Kurdistanê ye şêwazê çawaniya jiyana xwe ya siyasî û rêvebirî diyar bike di referandûm û çarçova dewleteke serbixwe de. Ji ber wê herdu aliyan bi hev re biryar da, ev babet wek babeteke netewî û niştimanî bi hev re û wek yek hizrê karê cidî bo wê bike.

Herdu aliyan di riya komîteyeke hevbeş de vê babetê ligel aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê bidin ber guftûgokirinê, bo pêkanîna komîteyeke hevbeş derbarê diyarkirina dem û mîkanîzmeka çawaniya encamdana referandûmê de.

Pirsa Kerkûkê û biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bo bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê:

Di baweriya herdu aliyan de ye, ku hikûmeta Iraqê çendîn sal in xwe ji cibicîkirina mada 140 ya destûra Iraqê ve vedidize, ji ber wê çawa hikûmeta Iraqê mafê wê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike, bi heman awayî mafê Kurdistanê jî heye ku ala xwe bilind bike, ji ber ku di destûrê de bi zelalî amaje bi Kerkûkê û çend cihên din hatiye kirin ku pirsgirêk li wan hene, wek wate bo kurdistanê jî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.

Pirsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê:

Herdu aliyan tekezî li ser yekhelwesta bilezkirina çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî dikin, wek hawar û hevkar jî dibin, bo çareserkirina grift û astengên li ser riya xelkê Kurdistanê bi giştî û hikûmeta herêmê, bi taybet bo çareserkirina krîzan.