Li Mûşê jî Strana HDPê hate qedexekirin

Strana bangeşeya referandumê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Mûşê jî hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Strana bangeşeya referandumê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Mûşê jî hate qedexekirin.

Derbarê mijarê de Parêzgeriya Mûşê daxuaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku hin gotinên strana HDPê a bi navê “Bêjin Na” bi hinceta nav civakê de dibe sedema dijminatî û dijitiyê, hatiye qedexekirin.

Berî niha strana referandûmê ya HDPê li bajarên wekî Şirnex, Wan û Diyarbekirê hatibû qedexekirin.

Di strana HDPê de gotinên wiha hene:

“Ji yek al û netewe û zimanê re na” “Ji bo netewek demokratîk bêjin na” “Ji bo aşitiya gelan bêjin na”