Mela Enter: Min cejna Newrozê heram nekir
Piştî ku Mela Enter Îsa yê bi navê Mela Enter Akreyî naskirî ye di gotarekê de bi tundî êrîşî cejna Newrozê kiribû û kesên beşdarî ahengên Newrozê dibin bi “Bê exlaq û Fasid” binav kiribû, poşman dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku Mela Enter Îsa yê bi navê Mela Enter Akreyî naskirî ye di gotarekê de bi tundî êrîşî cejna Newrozê kiribû û kesên beşdarî ahengên Newrozê dibin bi “Bê exlaq û Fasid” binav kiribû, poşman dibe.
Di çend rojên borî de gotara wî melayî li ser tûra pêwendiyên civakî hatibû belavkirin, ku êrîşî ser cejna Newrozê û beşdarên wê cejnê kiribû, bû cihê dilgiraniya xelkê.
Piştre ji aliyê Ewqafa Akerê û şaxa Akrê ya Yekîtiya Zanayên ola Îslamî ya Kurdistanê ve bangêşa wî hate kirin. Piştî guftûgoyên dirêj, Mela Enter li ser axaftinên xwe poşman bû û gihêşt wê baweriyê ku gotinên şaşî hebû.
Mela Enter ji K24ê re ragihand, Newroz cejna netewa Kurd e û bi ti awayekî ne heram e.
Di beşeke din de Mela Enter got: “Xelkê di tûra pêwendiyên civakî de li ser gotara min ya ji ber 2 salan bû, gelek axaftin kirin. Min negot Newroz heram e, lê min got, têkelbûna jin û mêran û teqandina gule û guleyên agir heram e. ev jî ne nû ye û di her boneyekê de jî heram e. Newroz ne heram e û cejneke netewî ye.”