Pirsa referandûmê li Kerkûkê jî tê guftûgokirin
Encûmena Parêzgeha Kerkûk sibe bo guftûgokirina encamdana referandûmê li Kerkûkê û biryara Parlementoya Iraqê ya derbarê Ala Kurdistanê li wî bajarî kom dibe.
K24 – Kerkûk
Encûmena Parêzgeha Kerkûk sibe bo guftûgokirina encamdana referandûmê li Kerkûkê û biryara Parlementoya Iraqê ya derbarê Ala Kurdistanê li wî bajarî kom dibe.
Li gor karnameya civîna siba ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ku wêneyek jê gihêşt dest K24ê, di civînê de pirsa encamdana referandûmê li Kerkûkê û biryara parlementoya Iraqê ya daxistina Ala Kurdistanê li wî bajarî tê guftûgokirin.
Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Almas Fazil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, sibe Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pirsa encamdana referandûmê li Kerkûkê guftûgo dike. Tekez kir jî, daxwaza encamdana referandûmê li Kerkûkê li ser daxwazkariyeke yasayî û destûrî ye.
Almas Fazil amaje bi wê yekê jî kir, encamda referandûmê bo yekalîkirina çarenivîsa Kerkûkê ye.
Her di vê derbarê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî di konferaske rijnamevanî de ragihand, niha li Herêma Kurdistanê encamdana referandûmê tê guftûgokirin. Pêwîst e li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê be jî pirsa referandûmê were guftûgokirin.
Herwiha Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser wê yekê kir, Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û divê pirsa referandûmê li wî bajarî jî were guftûgokirin.