HDP: Sîstema serokatiyê bo veşartina tawanên li dijî mirovahiyê ye
Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirrî Sureya Onder dibêje, sîstema serokatiyê bo veşartina tawanên li dijî mirovahî û talanê tê xwestin û dema ku gel bibêje “êdî bes e”, sitemkarî namîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirrî Sureya Onder dibêje, sîstema serokatiyê bo veşartina tawanên li dijî mirovahî û talanê tê xwestin û dema ku gel bibêje “êdî bes e”, sitemkarî namîne.
Rêxistina HDPê ya Sîncana Enqerê bi armanca bangêşiya referanduma 16'ê Nîsanê çalakiyek lidar xist.
Parlamenter Sirrî Sureya Onder di çalakiyê de axaftinek kir û got, desthilatiya Tirkiyê, bi tometa terorîstiyê bi dehezaran kes xistine zîndanan û bi vê awayê sitemkariyek mezin li ser gel dimeşîne.
Sirrî Sureya Onder da xuyakirin, ew rûmeta xwe ji nanê xwe pîroztir dibînin û li pêş tu kesî jî serê xwe natewînin.
Herwiha Onder got jî, armanca daxwaza sîstema serokatiyê bo veşartina tawan û talan û diziyan e û roja ku gel bo sitemkariyê bibêje "êdî bes e", ew roj zilm û zordarî bidawî dibe.