Brîtanya beşdarî operasyona bendava Ferêt bû
Hêzên Brîtanî jî di operasyona kontrolkirina firokxaneya Tebqa û bendava Ferêt de beşdar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Brîtanî jî di operasyona kontrolkirina firokxaneya Tebqa û bendava Ferêt de beşdar bûn.
Rojnameya “The Sun” ya Brîtanî di raporekê de belav kir, ku hêzên Brîtanî operasyoneke serkeftî li devera di destê DAIŞê de li Sûriyê encam dane, ku karîn digel hêzên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest danîn li ser fIrokxaneya Tebqa û bendava Ferêt.
Li gor wê rojnameyê, firokxaneya Tebqa û bendava Ferêt dê wek bingehekê ji bo destpêkirina operasyona Reqayê ya li dijî DAIŞê werin bikaranîn.
Berî kontrolkirIna bajarokê tebqayê, Amerîka operasyoneke daketina esmanî encam dabû. Lê heta niha Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê ti daxuyanî derbarê wê operasyonê de nedaye, heeger hêzên wê di operasyonê de beşdar bibûn yan na.
Şeva 22 Adarê Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê encam dabûn. Di operasyonê de 5 helîkopteran hêzên Marens yên Amerîkî û şervanên HSDê beşdar Bûbûn.