Baroya Diyarbekirê Roja Parêzeran yadî Tahîr Elçî kir

BARO’ya Diyarbekirê, di çarçoveya çalakiyên hefteya parêzeran de, pêşangehekî ji bo bibîrnaîna Serokê xwe yê berê Tahîr Elçî vekir û roja parêzeran ya îsal jî bo bîranîna wî sipart.

K24 – Diyarbekir

BARO’ya Diyarbekirê, di çarçoveya çalakiyên hefteya parêzeran de, pêşangehekî ji bo bibîrnaîna Serokê xwe yê berê Tahîr Elçî vekir û roja parêzeran ya îsal jî bo bîranîna wî  sipart.

Serokê BARO’ya Diyarbekirê Ahmet Ozmen daxuyand ku Tahîr Elçî, di seranserî jiyana xwe de têkoşîna mafên mirovan daye û tespîtkirina rastiyan kiriye. Ozmen diyar kir ku ew wek BARO’ya Diyarbekirê xebatên Tahîr Elçî wek mînak û rehber dibînin û dê şopa wî nedin jibîrkirin.

Ozmen bal kişand ku ji 15 mehan zêdetire ku Tahîr Elçî hatiye kuştin, lê hêj tu kes ji ber kuştina wî nayê darezandin û kujer û hêzên tarî yên li pişt kuştina  wî nayên aşkere kirin. Serokê Baroya Diyarbekirê da zanîn ku ewê heta dawiyê ji bo dîtin û cezakirina bersûcên Elçî jî têbikoşin.

 

Fly Erbil Advertisment